Bo dana termê yekek ji xwenîşanderê bajarê Kirmaşanê, daxwaza 70 milyon tûmen hatiye kirin

11:50 - 1 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurpa: Pizîşka Yasayî a bajarê Kirmaşanê, bo dana termê yek ji qurbaniyê neraziyên wê dawiyê di bajarê Kirmaşanê de, daxwaza 70`ê milyon tûmen ji malbata wî kirine.

Pêka nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Malbata “Muhsên Keremî Niya” bo wergirtina termê kurê xwe li Pizîşka Yasayî a bajarê Kirmaşanê, dibe 70 milyon pareyê bidin.

“Muhsên Keremî Niya”, roja Yekşemî 26`ê Xezelwerê, di taxa “Cafirava” a bajarê Kirmaşanê de, bi gulereşandina hêzên hikûmetê canê xwev ji dest da.

Çavkaniyeke agehdar a Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê di bajarê Kirmaşanê de, nasnameya sê kesên din ên kuştiyên kombûna nerizayetiyên wê dawiyê di wî bajarî de, bi navên “Muzefer wetendost, Yûnis Celîlî û Se`îd Rezayî” piştrast kiriye.

Ji aliyeke din ve jî, welatiyeke Kurd ê Ola Yarisan, yê bi navê “Pûriya Nasirî Xa” di kombûna nerizayetiyên bajarê Tehranê de, bi gullereşandina hêzên hikûmetê canê xwe ji dest da.