Bo carekî din kombûna dadgehîkirina Saman Kerîmî bi rê ve diçe

17:25 - 29 Kanûna pêşîn 2020

Roja Şemî 13ê Befranbarê, kombûna dadgehîkirina dûbare ya dosiya girtiyekî siyasî yê Kurd yê bi navê “Saman Kerîmî”, kurê “Mihemedsalih”, xelkê bajarê Baneyê, piştî retkirina cezaya wî ya îdamê ji aliyê dîwana bilind a welat ve, li dadgeha şoreş a bajarê Sineyê dê bi rê ve here.

Dosiya wî girtiyê bo pêdaçûna dûbare bo dadgehê hatiye şandin û cezaya wî girtiyê, bi sedema kêmmasî li lêkolînê li taya 27 a dîwana bilind a welat li bajarê Qumê hatibû retkirin.

Ew girtiyê siyasî yê Kurd rêkevta 17ê Xezelwera sala 1397an, li cihekê bi navê “girikê Silêmanbeg” yê ser bi bajarê Baneyê, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin û bo lêkolînê bo girtîgeha Biryargeha Şaramfer a bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

“Saman Kerîmî” piştî sê mehan ji binçavkirina wî li girtîgeha Biryargeha Şaramferê, bo girtîgeha navendî a bajarê Sineyê hatibû veguhastin û li heyama binçavkirina wî ji “çavpêkevtin digel malbata xwe” hatibû bêparkirin.

Ew girtiyê siyasî yê Kurd, rêkevta 21ê Xezelwera sala 1398an, ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê, bi serokayetiya dadwer “Seyîdî” ve bi tohmeta “bexî û endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” hatibû dadgehîkirin û rêkevta 13ê Sermaweza heman salê cezaya îdam û 11 sal girtîgeha teizîrî bi navbirî re hatibû ragihandin.

Ew girtiyê siyasî yê Kurd, niha di benda Pûyiş a 1 a girtîgeha navendî a bajarê Sineyê de ye.