Biryara Girtina Birayên Kurdpûr bo meheke din hat dirêjkirin/Xusro Kurdpûr dest bi gievê kir

13:49 - 1 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Heyamê binçav kirina birayên Kurdpûr ji aliyê dadgeha bajarê Mihabadê bo mehek din hate dirêj kirin û li heman demê de Xusro Kurdpûr rojnamenivîsê Kurd û berpirsyarê Ajnsa Mukiryan bi nîşaneya nerazîbûn li hember rewşa nexuya ya dosyeya xwe heyamê 11’e rojane dest bi gireva birçî bûnê kiriye.

Kemal Husênî nûçegihanê Ajansa Mukiryan di pêywendiyek telefonî de ji bilî piştrastkirina nûçeyê, bi ajansa kurdpa raghand, Dadgeha Şoriş a bajarê Mihabadê bo heyamê 1 meh hukmê girtina wan du biryên rojnamenivîs dirêj kiriye.

Nûçegihanê Ajansa Mukiryan ragehand, Xusro Kurdpûr di çavpêkevtinekê de ku çend rojan beriya niha li gel malbata xwe hebûye, gotiye ku li roja 20’ê Nîsanê ez li gireva birçîbûnê de me.

Husênî base vê yekê jî kir ku Mesûd Kurdpûr jî li heyamê girtinê de çend rojan bê tu lêpirsînek hatiye zîndanî kirin.

navbirî base vê yekê kir, seva qewil û qirarên Îdareya Îttlat li derheq azad kirina wan du birayên rojnamenivîs, nûçeya han li medyayê de nehatiye bilav kirin.

Kemal Husênî îşare bi vê yekê kir ku piştî girtina Xusro Kurdpûr, Osman Muzeyen parêzerê vî, serdana Îdareya Îttlat û karbidestan kiribû û dilgiraniya xwe seva vê mijarê anîbû ziman.

Li heman demê de Osman Muzeyen bi karbidestên dosyeya wan ragehandiye ku eger îzna çavpêkevtinê biden, daxwazê dê li Xusro bike ku dawiyê bi gireva birçî bûnê bine.

Xusro û Mesûd Kurdpûr 6 û 8 Nîsanê ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê li bajarê Mihabadê hatin girtin.

Heya niha serbarî dûdaçûna parêzerê van û malbata wan, hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê sebebê girtina wan du birayên rojnamenivîs ranegahandine.