Biryara desteserkirina çalakvanekî medenî yê Kurd li Kirmaşanê hate erê kirin

11:31 - 2 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Dadsitana bajarê Kirmaşanê biryara desteser kirina çalakvanekî medenî ê Kurd di vê bajarê de erê kir.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Saziya îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Kirmaşanê, êrîş kire ser mala “Daniyal Darabxanî”, çalakvanê medenî ê Kurd, û dema ku ew çalakvanê medenê di mala xwe de nebûye, dest kirine bi vekolîna mala wî û lebtab û mobayila navbirî û herwiha kampiyûtera endamên malbata wî jî birine.

Bi gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îtila`atê bi nîşandana cezayê desteser kirina wî çalakvanê medenî, daxwaz ji malbata navbirî kirine ku wî cezayê bi Daniyal Darabxanî re rabigehînin.

Herwisa wê çavkaniya got, hêzên îtila`atê bi malbata wî çalakvanê medenî re ragihandine, ku “Daniyal Darabxanî” dibe xwe bi saziya îtila`ata Spaha Nebî Ekrem re binasîne.

“Daniyal Darabxanî”, çalakvanê medenî û siyasiyê Kurd, di meşa kombûna nerizayetiyên sala 1396`an de hate desteserkirin, û piştî 10 mehan heps di girtîgeha Dîzlawê a bajarê Kirmaşanê de, hate azadkirin.

Ew çalakvanê medenî, meha Xezelwera sala 1397`an, ji aliyê taya 2 a dadgeha înqilab a bajarê Kirmaşanê bi serokatiya “Şarox Muradî” ve li pêwendî digel kombûna nerizayetî ên meha Befranbara sala 1397`an, bi tometa “Hewldan li dijî tenahiya neteweyî”, bi salek hepsa te`zîrî hatbû cezakirin.