Biryara Destbiserkirina Rehîm Bacwer Bo Mehek Din Hat Dirêjkirin

12:52 - 6 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Biryara destbiserragirtina Rehîm Bacwer çalakê jîngehparêz û çalakê xwendekarî ku 23.07. 2011-an hatibû destbiserkirin, bo salek din hate zêde kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa, du meh e ku îzna hevdîtin û pêwendiya telefonî li gal malbatê, bi Rehîm Bacwer nehatiye dan û serbarê ew şopandinên berdewam ên malbata wî, navbirî hêj di çarenivîsek ne ron de ye.

Rehîm Bacwer endamê Civata Kesk ya bajarê Merîwanê û herwiha endamê Yekitiya Demokratîk a Xwendekarên Kurd e. Hêjayî gotinê ye ku ev du saziyane li heyamê çend mehên borî de bi awayek tund ketine bin givaşên hêzên Îtillatî û çend kes ji wan hatine destbiserkirin.