Biryara binçavkirina welatiyekî Kurd hate dirêjkirin

18:31 - 25 Tebax 2020

Biryara binçavkirina welatiyekî Kurd yê bi navê “Seîd Ehmed Sedrî” kurê “Seîd Mistefa”xelkê bajarê Pesvê a girêdayê Pîranşehrê, carekî din bo heyama 20 rojan hate dirêjkirin.

Yek ji xizmên wî welatiyê Kurd bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: “bo du car li ser yek, wê carê jî bo heyama 20 rojan biryara binçavkirina wî welêatiyê hatiye dirêjkirin.

wî çavkaniya agehdar got: “ew welatiyê Kurd li wê heyamê de tenê carekê peywendiya telefonî digel malbata xwe hebû ye û ji çavpêketin û dest pê re gihîştina bi parêzer”  hatiye bêparkirine.

Seîd “Ehmed” niha ji girtîgeha Elmehdî a îtila`ata Sipaha Pasdaran a bajarê Urmiyê de ye.

Roja Yekşemî 1`ê Pûşperê, ew welatiyê Kurd bi bê belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Roja Yekşemî 11`ê Reşeme ya sala 1398`an, hêzên îtila`atê êrîş kirine ser mala “Seîd Mistefa Sebrî” û kurê wî li bajarê “Pesvê” a girêdayê Pîranşehrê, bi bê belgeya yasayî ew welatiyên Kurd binçav kirin û piştî çend demjimêr lêkolîn, “Seîd Mistefa Sebrî” hatibû serbestkirin.

Ew welêatiye di dest pêka meha Xezelwera îsal, bi danîna barimteya 250 milyon tumenî hatibû berdan.

Hêzên ewlehî “Seîd Ehmed Sebrî” bi “alîkarî kirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” tohmetbar kiribûn.