Biryara binçavkirina demkî ya “Saman Xezalî” hate demdirêjkirin

17:48 - 18 Çirriya pêşîn 2022

Biryara binçavkirina demkî ya girtiyê siyasî yê berê yê bi navê “Saman Xezalî” û çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Mehabadê bo heyama 15 rojên din hate demdirêjkirin.

Ew çalakvanê medenî ji 11 rojan berya niha ve ti peywendiyekî telefonî digel malbata xwe tunebûye û bi nîşaneya nerizayetî ji nexuyabûna qeder û binçavkirina xwe ya neyasayî, dest avêtiye gireva birçîbûnê.

“Saman Xezalî” roja Yekşemî 10`ê Rezberê, ji girtîgeha bajarê Mehabadê bo girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Roja Yekşemî 3`ê Rezberê, “Saman Xezalî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo girtîgeha bajarê Mehabadê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê 34 salî di heyama binçavkirina xwe de bi awayek dijwar di bin îşkenceyê de ye.

Roja Çarşemî 9`ê Pûşpera sala 1400`an a Rojî, ew çalakvanê medenî ji 9 meh girtîgeh kevte ber lêborîna dezgeha dad û ji girtîgeha bajarê Mehabadê hatibû azadkirin.