Biryara binçavkirina demkî ya parêzerê pile yek yê dadgehê, Qareman Kerîmî hat demdirêjkirin
Biryara binçavkirina demkî ya parêzerê pile yek yê dadgehê, Qareman Kerîmî ji aliyê dozgerê Paweyê ve bo heyama mehekê hat demdirêjkirin.
Çavkaniyek agehdar di vê derheqê de bi “Kurdpa”yê re ragihand: “Roja Yekşemî 6`ê Sermawezê, piştî veguhastina “Qareman Kerîmî” ji girtîgeha Dîzilavaya bajarê Kirmaşanê bo dadgeha bajarê Paweyê, serdozgerê wî bajarî yê bi navê “Nevîd Sehrayî” heyama binçavkirina demkî ya navbirî bo heyama mehekê demdirêj kir.
“Qareman Kerîmî” roja 7`ê Xezelwerê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û di heyama binçavkirinê de jî, çendîn caran ji aliyê hêzên ewlehî ve jî girtîgeha Dîzilavaya bajarê Kirmaşanê ve bi armanca lêpirsînê bo girtîngeha Meydana Neftê hatiye veguhastin.
Pêka gotina wê çavkaniya agehdar, ew parêzer di girtîgeha Meydana Neft a bajarê Kirmaşanê de hatiye azardan û îşkencekirin.