Biryara binçavkirina demkî ya “Eskender Lutfî” hat demdirêjkirin

16:34 - 9 Çirriya paşîn 2022

Biryara binçavkirina demkî ya “Eskender Lutfî”, gotûbêjê Şêwreya Hevahengîkirinê ya Saziya Sinfî a Mamosteyên Îranê û endamê birêveberiya Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Merîwanê, hate demdirêjkirin.

Roja Yekşemî 15`ê Xezelwerê, biryara binçavkirina demkî ya wî çalakvanê sinfî, piştî 30 rojan ji binçavkirinê, hate demdirêjkirin û li benda 209 a girtîgeha Êvînê de ye.

Ew çalakvanê çandî roja Yekşemî 15`ê Rezberê, bo girtîgeha Êvînê hate veguhastin û biryara dubare binçavkirina navbirî ji aliyê lêpirsê dadgeha 33 a bajarê Tehranê, hate dayîn.

Roja Şemî 16`ê Rezberê, “Eskender Lutfî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî di dema êrîş kirin bo ser mala “Eskender Lutfî” de, der û şoşeyên mala navbirî şikandibûn.

Roja Çarşemî 26`ê Gelawêjê, “Eskender Lutfî” piştî 108 rojan ji binçavkirinê bi danîna barimteya 2 milyard Tumenî, ji girtîgeha Êvînê hatibû azadkirin.