“Biryar kawe” bi danîna barimteyê hate mirexesiyê

19:21 - 25 Nîsan 2020

Roja Şemî 6`ê meha Banemerê, “Biryar Kawe”, hepsiyê siyasî ê Kurd xelkê gundê “Nê” a ser bi bajarê Merîwanê bi danîna barimteyê bo heyama deh rojan hate mirexesiyê.

Ew hepsiyê siyasî roja Çarşemî 2`ê Rêbendan a sala 1398`an bo cîbicîkirina cezayê bo girtîgeha bajarê Merîwanê hatibû veguhastin.

Di dawiya meha Reşeme a sala 1397`an, dadgeha Şoreş a bajarê Merîwanê, ew welatiyê Kurd bi tohmeta “endambûn û alîkarîkirin digel yek ji Partiyê dijberî hikûmeta Îranê” bi Pênc sal hepsa te`izîrî ceza dabû, ku ew cezaye di dadgeha pêdaçûn a bajarê Sineyê de bi du sal hepsa te`izîrî hatibû kêmkirinê.

Roja Pêncşemî 26`ê Rezber a sala 1397`an, Birya Kawe bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên dijberî hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibû binçavkirin û piştî 32 rojan heps di girtîgeha îdarerya Îtila`ata bajarê Sineyê de roja Yekşemî 27`ê meha Xezelwer a wê salê bo girtîgeha bajarê Merîwanê hatibû veguhastin.

Ew ciwanê Merîwanî, roja Duşemî 28`ê Xezelwer a sala 1397`an bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heya dema dadgehîkirina wî hatibû azadkirin.