Birîndarbûna kolberekî kurd li sînorê Serdeştê

11:41 - 11 Çirriya pêşîn 2020

Roja Semî 19ê Rezberê, kolberekî kurd yê bi navê “Rehmet Emînî”, xelkê gundê Barmekonî ya ser bi beşa Weznê ya girêdayê bajarê Serdeştê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate birîndarkirin.

Ew kolberê Kurd digel hejmarek din ji kolberên Kurd bi bê agadarkirina berê li ser sînorê Serdeştê ji aliyê hêzên leşker ve rastî gullereşandin hatin.

“Rehmet Emînî” di encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî de milê wî yê çepê bi dijwarî hate birîndarkirin û bo çareseriya pizîşkî bo navenda dermanî hate veguhastin.

Di vê derheqê de roja Înê 28ê Rezberê, kolberek Kurd yê bi navê “Kemal Mîrzayî” xelkê gundê “Selas a Bavecanî” bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî li sînorê Newsûdê hate birîndarkirin.