Birîndarbûna kolberekî kurd li sînorê Baneyê

16:01 - 26 Çirriya pêşîn 2020

Roja Yekşemî 4ê Xezelwerê, kolberekî Kurd yê bi navê “Basit Mihemedî” xelkê gundê “Ninor” ê girêdayê bajarê “Bane”yê bi teqeya hêzên leşkerî li sînorê “Sertezên” ya wî bajarî hate birindarkirin.

Ew kolberê Kurd di dema kolberiyê de bi bê agehdarkirina berê rastî teqeya hêzên leşkerî hat.

“Basit Mihemedî” bo çareseriya pizîşkî bo navenda dermanî ya Baneyê hate veguhastin.