Birîndarbûna du kolberên Kurd bi teqeya hêzên leşkerî li sînorê Baneyê

18:17 - 14 Îlon 2022

Roja Duşemî 21ê Xermananê, du kolberên Kurd yên bi navên “Xaliq Hemzepûr” û kurê “Ezîz” ê xelkê gundê “Minîcelan” û “Talib Xefûrî”, kurê “Ebûbekir” ê xelkê gundê “Hencênê” ser bi bajarê Baneyê bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê “Hengejal”ê hatin birîndarkirin.

Çavkaniyek agehdar di vê derheqê de ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: Ew du kolberên Kurd di vê bûyerê de pêyên wan birîndar bûne û bo çareseriyê bo nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” hatine veguhastin

Herwisa vê çavkaniyê ev yek jî daye zanîn ku, hêzên leşkerî yên hikûmetê bi çeka kilaşînkofê û bi bê agehdarkirina berê, teqe li wan du kolberan kiribûn.

Herwisa vê çavkaniyê ragihand: “Xaliq Hemzepûr xêzandar û bavê keçekê ye û Talib Xefûrî jî xêzandar û bavê du zarokan e”.

Her di vê derheqê de roja Yekşemî 20ê Xermananê, kolberek din ê bi navê “Rizgar Mihemedzade”, temen 40 salî, bi sedema teqeya hêzên leşkerî li sînorê “Hengejal”ê ser bi bajarê Baneyê hatiye kuştin.