Birêveçûna 2 çelengiyên Ferhengî û Hunerî li bajarên Seqiz û Sinê

13:30 - 5 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Yek ji fermanberên nawenda ferhengî û hunerîya hejimara 2’ê a nawenda perwerdeya hizrî a Zarok û Nuciwanên bajarê Seqizê, pirtûka “Xatirê te Rakuna Pîr”li zimanê Farsî wergerand ser zimanê Kurdî.

Pirtûka han ji aliyê “Kolor Jubêrt”bi zimanê Feransî hatibû çap û bilav kirin ku paşê ji aliyê Nawenda Perwerda Hizrî a zarokên Îranê,bi zimanê Farsî hatiye wergêrandin û paşê ji aliyê “Esed Reşîdiyan” bo ser zimanê Kurdî hatiye wergêrandin.

Pirtûka “Xatirê te Rakuna Pîr”ku dastana heywanane, ji aliyê “Cebar Şafêî Zade”hatiye tayp kirin û terhê çêkirina rûbergê pirtûkê, ji aliyê “Meryem Rehmetî” hatiye danin.

\"10985.jpg\"
aliyek din li bajarê Sinê, Şanoya”Pehlewanê Teplosê” li encumena Ferhengî û Hunerî û li nawenda Perwerda hizrî a zarokên wî bajarî hat nîşan dan.

Di şanoya han de ku ji aliyê “Mihemed Riza Şems”hatibû nivîsandin û derhênerê vê “Nadiya Hemeze Keremî”ye, li rojên 2’ heya 10’ê meha Şibatê, li du danên Sibê û êwaran li encumena Ferhengî û Hunerî a bajarê Sinê tê nîşan dan.

Her yek ji “Nadiya Hemze Keremî”, “Suhyla Saîd Pena” bi alikariya “Perî Erc”û “Mihemed Riza Şehabî”karê çêkirina bûke likên vê şanoyê encam dane.