Birêveberê kanala Telegramî ya “Porsimana Seqiz”ê di dadgeha pêdaçûnê de bê tawan hate nasîn

16:51 - 9 Kanûna pêşîn 2021

Roja Çarşemî 17`ê Sermawezê, Dr. “Ferzad Felahî” parêzerê “Mistefa Hemdî” Birêveberê Kanala Telegramî ya “Porsiman”, bas ji bê tawannasîna wî çalakvanê torên civakî li taya 4 a dadgeha pêdaçûna parêzgeha Sineyê kir.  

Di meha Gelawêja îsal de birêveberê kanala Telegramî ya “Porsiman” ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Seqizê ve bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê” bi 8 meh girtîgeha te`izîrî û bi tohmeta “Sivikatî bi damezrêner û rêberê Komara Îslamî ya Îranê”, bi 16 meh girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.

Ew welatiye pêştir di du dosiyên hevşêwe de hatibû dadgehîkirin û bê tawan hatibû nasîn.