Birêveberê kanala Telegramî ya “Porsiman” bo dadserya giştî û şoreşê hate gazîkirin

17:41 - 22 Îlon 2021

Birêveberê kanala Telegramî ya “Porsiman” “Mistefa Hemdî”, bo taya 3 a dadseraya giştî û şoreş a bajarê Seqizê hate gazîkirin.

Taya 3 a dadweriya dadseraya giştî û şoreş ya bajarê Seqizê, ew çalakvanê midiyayî bi tohemta “belavkirina nûçeyên nerast”, gazî kiriye.

Ew çalakvanê midyayî li gor banghêştnameyekê ku gihîştiye destê wî, divê 5 roj piştî wê banghêştnameyê li samaneya banghêştê, bo berevanî ji tohmetê ku li taya 3  a dadyara dadseraya giştî û şoreşî ya bajarê Seqizê bi ser wî de hatiye sepandin amade be.

Di Meha Gelawêja Îsal de, “Mistefa Hemdî” ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Seqizê bi 2 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.

Li gor cezaya dadgeha şoreş a bajarê Seqizê, ew çalakvanê Kurd bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê” bi 8 meh girtîgeha te`izîrî û bi tohmeta “Sivikatî bi damezrêner û rêberê komara Îslamî ya Îranê”, bi 16 meh girtîgeha te`izîrî hatiye cezadan.

Ew welatiye pêştir di du dosiyên hevşêwe de hatibû dadgehîkirin û bê tawan hatibû nasîn.