Birêveberê kanala Telegramî a “Rawezh Press” ji aliyê dadgahê ve hate gazîkirin

17:21 - 9 Nîsan 2020

“Şehram Seferî”, rojnamevan û berêveberê kanala Telegramî ya “Rawezh Press” ji aliyê dadgaha bajarê “Serpêl Zehaw”ê ve hate gazîkirin.

Ew rojnamevane bi sedema belavkirina nûçeyên derheq vîrûsa Koronayê, ji aliyê dadgahê ve hatiye gazîkirin û dibe roja Şemî 23`ê Xakelêwe, di dadgehê de amade be.

Di vê derheqê de, roja Yekşemî 16`ê Xakelêwe, Birêveberê kanala Telegramî ya “Şarekem Pawe” bi navê “Se`îd Ehmedî” kurê “Necîm”, xelkê bajarê Pawê, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibû binçavkirin û bo cihekî nexuya hatibû veguhastin.

Hêzên Îtila`atê ew çalakvane bi sedema belavkirina nûçeyên derheq vîrûsa Koronayê, di devera Hewremanê de binçav kiribûn.