Birayên Kurdpûr li zîndana Îdareya Îttlat ya bajarê Urmiyê bo zîndana Mihabadê hatin veguhastin

16:52 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Mesûd û Xusro Kurdpûr 2 birayên rojnamevan yên Kurd ku li zîndana Îdareya Îttlat ya bajarê Urmiyê hatibûne zîndanî kirin jibo zîndana Mihabadê hatin veguhastin.

Ebas Cemaî parêzerê wan du birayan li pêywendiyekî telefonî de jibilî piştrast kirina vê nûçeyê ragehand: Roja Çarşem berwar 25’ê Hezîrana 2013’an birayên Kurdpûr li Îdareya Îttlat ya bajarê Urmiyê bo zîndana navendiya bajarê Mihabadê hatin veguhastin.

\"13586.jpg\"
Ebas Cemaî ، parêzerê 2 birayên rojnamevan yên Kurd
Cemalî basê vê yekê jî kir, heya niha dosiyeya wan çi pêşkevtinek bi xwe nedîtiye û egera vê yekê heye li heftiya pêş de em bikarin serdana perwendeya wan bikin.

Navbirî li bersiva vê yekê de ku gelo egera vê yekê heye hukmê girtina wan bihê dirêj kirin, got: Heyamê girtna wan du birayane li gor yasayê êdî nahê qebul kirin û li heyameke nêz de divbe dadgah biryara girtina wan bo danina barimtê bigore.

Li meha Adara Îsal de Mesûd û Xusro Kurdpûr ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê li bajarê Mihabadê hatin girtin.

Heya niha serbarî dudaçûn û lêpirsîna malbatên wan, hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê sebebê girtina wan eşkere nekirine.