Binçavkirina wênegir û nûçegihanê Kurd ji aliyê hêzên Taliban di Efxanistanê de

18:04 - 17 Çirriya paşîn 2021

Roja Sêşemî 25`ê Xezelwerê, wênegir û nûçegihanê Kurd ê bi navê “Îbrahîm Elîpûr” ê xelkê bajarê Baneyê, ji aliyê hêzên Taliban li Efxanistanê hate binçavkirin.

Heya niha ji sedema binçavkirin û qedera wî wênegirî û nûçegihanê Kurd û endamê Ajansa “Middle East Images ” ti zanyariyek li ber dest nîne.

Îbrahîm Elîpûr” xwediyê birwanameya karnasiya “Mê`imarî”yê ye û bi temenê 31 saliye kariye zêdenavê “Hunermendê Navnetewî” ji Saziya Cîhanî ya Wênegiran bi dest bîne.