Binçavkirina welatiyên xelkê bajarê Şinoyê her berdevame
Roja Duşemî 6`ê Tîrmehê, sê welatiyê Kurd yên bi navên “Ebûbekr Ebdî” temen 23`ê sal kurê “Ezîz”, “Bêhruz Bayîzîdî” temen 25 salî kurê “Mistefa” û “Keywan Şiwanî” temen 26 salî kurê “Qerenî” xelkê taxa “Selîmava” a bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.
Ew sê welatiyên Kurd piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hatine veguhastin û ji qedera van ti zanyariyek ji ber dest de nîne.
Heya niha ji sedema binçavkirtina ew sê welatiyên Kurd ti zanyariyek ji ber dest de nîne.
Her di wê derheqê de, roja Yekşemî 5`ê Tîrmehê, pênc welatiyên Kurd yên bi navên “Seîd Tabnak, Eskender Seîd Mihemedpûr, Rehman Tabiş, Ebûbekr Bîlal û Rehîm Ref`etî” xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.