Binçavkirina welatiyek bi temen û kurê wî ji aliyê hêzên ewlehî ve

19:13 - 27 Hezîran 2022

Roja Duşemî 6`ê Pûşperê, welatiyekî Kurd ê bi temen ê bi navê “Îbrahîm Ezîzî” û kurê wî “Muhsên Ezîzî” xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, sibêdeha roja Duşemî 6`ê Pûşperê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî “Muhsên Ezîzî” binçav kirin û sibêdeha îro bavê wî “Îbrahîm Ezîzî” bo îdareya Îtila`ata bajarê Şinoyê hatibû gazîkirin û navbirî binçav kiribûn.

Herwisa vê çavkaniyê da zanîn: Heta niha lipeykevtina malbata Ezîzî bona agehdarbûn ji qedera Îbrahîm û Muhsên bê encam bûye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan du welatiyên Kurd hatine sepandin ti zanyariyek serast ber dest nîne.

Bi hejmarkirina wan du welatiyan heta niha 4 welatiyên Kurd li bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Navên wan welatiyên Kurd ku îro Duşemî 6`ê Pûşperê hatine binçavkirin wiha ne:

Behmen Mehmûdîazer, Yeqûb Mehmûdîazer, Îbrahîm Ezîzî û Muhsên Ezîzî