Binçavkirina welatiyan û xuyanebûna qedera wan berdewam e

18:04 - 7 Kanûna pêşîn 2021

Du welatiyên kurd ên bi navên “Ebdulla Mehcûr”ê 55 salî û “Mihemed Mehcûr”ê 36 salî xelkê gundê “Milqerenî” yê ser bi bajarê “Seqiz”ê ku di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Sine”yê de ne ,ji çarenivîsa wan ti zaniyariyek serast li ber dest nîne.

Pêka çavkaniyek agehdar, ew du welatiyane di heyama binçavkirinê de ji “destpêragehiştin bi parêzer û hevdîtindigel digel malbata xwe” hatine bêparkirin.

Herwisa wê çavkaniya agehdar daye zanîn: “Hêzên ewlehî ji dana her bersivekê rohin li derheq sedema binçavkirin û tohmetên sepandî li ser wan du welatiyan, xwe diparêzin.

Roja Pêncşemî 20ê Sermawezê, ew 2 welatiyane bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.