Binçavkirina welatiyan di bajarê Pîranşarê de berdewam e

17:57 - 6 Gulan 2020

Di berdewamiya binçavkirina welatiyan di bajarê Pîranşarêde, roja Şemî 16`ê Banemerê, 5 welatiyê din yên bi navên “Elî Qadirî” kurê “Resûl”, “Mihemed Qadirî” kurê “Ezîz”, “Hisamedîn Pîranî” kurê “Zahir”, “Emîr Qadirî” kurê “Xidir” û “Selam Xirîaxelan”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Herwisa roja Duşemî 15`ê Banemerê, welatiyekî din yê bi navê “Wahid Qadirî” kurê “Resûl”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Ew Şeş welatiyane piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hatine veguhastinê û ti zanyariyek ji qedera wan ji ber dest nîne.

Heya niha li sedema binçavkirina wan şeş welatiya, ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Di wê derheqê de, roja Duşemî 15`ê Banemerê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Ehed Mehmûd Hesen” û “Ebûbekr Mehmûd Hesen” xelkê bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.