Binçavkirina welatiyan di bajarê Mihabadê de berdewam e

18:52 - 2 Tebax 2021

Di berdewamiya binçavkirina welatiyan di bajarê Mihabadê de, êvareya roja Yekşemî 10`ê Gelawêjê, welatiyekî din ê bi navê “Kawe Silêmanpûr” xelkê gundê “Xurxure”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.

Ew welatiye bi bê hebûna ti belgeyên yasayî û li dukana xwe di bajarê Mihabadê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Heya niha Lipêyketina malbata wî welatiyê Kurd bo agehdarbûn ji çarenivîsa navbirî bê encam maye û ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.

Di vê derheqê de, roja Yekşemî 10`ê Gelawêjê, sê welatiyên Kurd ên bi navên “Hêmin Qeredaxî”,  kurê Husên, “Rizgar Eynalû”, kurê Emîr, “Ehmed Sune”, kurê Rehîm û xelkê gundê “Îndirqaş” ê ser bi devera navendî ya bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û bo cihekî nexuya hatibûne veguhastin.