Binçavkirina “ Serdar Ramîn “ li yek ji girtîgehên ewlehî li Urmiyê berdewam e

16:35 - 1 Çirriya pêşîn 2021

Welatiyekî Kurd ê bi navê “ Serdar Ramîn “ xelkê gundê “ Qarnê” yê ser bi bajarê Nexedê, li yek ji girtîgehên ewlehî di bajarê Urmiyê de ye û ji qedera wî ti zanyariyek li ber dest nîne.

Li gorî çavkaniyek agehdar, ew welatiyê Kurd piştî nêzî bi mehekê li binçavkirina wî li peywendiyeke telefonî bi malbata xwe ragehandindiye ku li yek ji girtîgehên ewlehî di bajarê Urmiyê de ye û hêzên ewlehî navbirî neçar kirine ku bi zimanê “ Farsî “ digel malbata xwe biaxive.

Herwisa Wê çavkaniyê gotiye ku ew peywendiya telefonî 5 xulek bûye û “Serdar Ramîn” li derheq rewşa tendurstiya xwe ti tiştek bi malbata xwe negotiye.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye ku nerohniya qedera wî welatiyê Kurd bûye sedema nîgeraniya malbata wî.

Wê çavkaniya agehdar a Kurdpayê ragehandiye ku ew welatiyê Kurd piştî binçavkirinê li “ hevdîtin digel malbata xwe û despêragiheştin bi parêzer” bê par bûye.

Roja Çarşemî 10`ê Xermananê, Serdar Ramîn bi  bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û heya niha ji sedem û tohmeta ku bi ser navbirî de hatî sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.