Binçavkirina sê welatiyan û xûyanebûna qedera wan berdewam e

18:01 - 11 Nîsan 2022

Sê welatiyên Kurd ên bi navên “Mihemed Fedewî, Mihemed Mehcûr û Rehmetullah Salihiyan Yazîbilaxî” xelkê gundê “Milqerenî û Yazîbilax” yên girêdayê bajarê Seqizê, li girtîgeha bajarê Sineyê hatine ragirtin û qedera wan nexûya ye.

Ew welatiyane di heyama binçavkirinê de li mafê “destpêragihîştin bi parêzer” hatine bêparkirin û heta niha nehatine dadgehîkirin.

Roja Çarşemî 27`ê Rêbendana sala 1400`an, ew sê welatiyane ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibûne veguhastin.

Roja Yekşemî 14`ê Sermaweza sala 1400`an, “Mihemed Fedewî û Rehmetullah Salihiyan Yazîbilaxî” xelkê gundên “Milqerenî û Yazîbilaxê”, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê, hatibûne veguhastin.

Herwisa roja Pêncşemî 20`ê Xezelwerê, Mihemed Mehcûr xelkê gundê “Milqerenî”yê bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.