Binçavkirina endamekî Konseya Kirmaşanê

20:31 - 5 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Duyemîn endamê Encûmen (şûra)a Îslamî a bajarê Kirmaşana rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve hat binçav kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ji aliyê dozgeriya qezayî a hikûmeta Îslamiya Îranê li Kirmaşanê bo endamekî Konseya wî bajarî hukmê girtinê hat ragihandin.

Ew duyemîn endamê Konse (şora) ya Îslamiya bajarê kirmaşanê ye ku diheyamê du hefteyên borî de pêktê.

Gorî raportên gihîştnî berdest ajansa Kurdpa, ev endamê Encîmenê bi sedema vê ku du karên wî hebûne hatiye binçav kirin.

Di yasaya Konseya Îslamiya Îranê de, hebûna du şixulan bo endamên Konseyê suc tê hesibandin.

\"25162.jpg\"
Endamên Konseya bajarê Kirmaşanê ligel serpereştê şaredariyê
Pêştir yek ji endamên Encûmena Kirmaşanê bi danîna barimte (wesîqe) ya 1 milyard Tûmenî bi awayekî demkî hatibû azad kirin.

Pirsgirêkên navxweyî ên şaredariya Kirmaşanê di çend hefteyên borî de, bû sedema dev ji kar kişandina şaradarê wî bajarî, niha şaredariya Kirmaşanê bi sîstema serpereştî tê birêve birin.

Encûmena bajarê Kirmaşanê 15 endamên wê hene.

Gor serjimêriya sala 2011-2012’an, zêdeyî 850 hezar kes li bajarê mezin ê Kirmaşanê dijîn ku nehimîn bajarê pirnifûs ê Îranê û mezintirîn bajarê rojhilatê Kurdistanê tê hesibandin.