Binçavkirina du keç û sê kurên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve

17:55 - 4 Nîsan 2022

Roja Yekşemî 14`ê Xakelêweyê, 5 welatiyên Kurd ên bi navên “Perîsa Spahî” temen 17 salî û xelka bajarê Mihabadê, “Kewyar Elyasî” temen 18 salî û xelka bajarê Mihabadê, “Êrfan Zulfîniya” temen 18 salî û xelkê bajarê Seqizê, “Yûsif Heşretî” temen 22 salî û xelkê bajarê Pîranşehrê û “Mensûr Kanîreş” temen 32 salî û xelkê bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew 5 welatiyên Kurd li nêzîk gundê “Karxaneqend” a bajarê Pîranşehrê binçavkirin û piştre bo lêpirsînê bo girtîgeha ewlehî ya îdareya Îtila`ata bajarê Pîranşehrê veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li ser wan 5 welatiyan hatiye sepandinê ti zanyariyek serast berdest nîne.