Binçavkirina çar welatiyan li bajarê Baneyê

18:16 - 28 Adar 2021

Sibêdeha roja Pêncşemî 5`ê Xakelêwe, çar welatiyên Kurd yên bi navên “Rêbwer Qadirî, Perwîz Qadirî, Bêhrûz Qadirî û Hawjîn Qadirî” xelkê gundê “Yeqûbava” yê ser bi bajarê Baneyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgên yasayî ew çar welatiyên Kurd binçav kirine û bo cihekî nexuya veguhastine.

Ew çar welatiyên Kurd piştî birêvebirina cejna Newrozê li gundê “Yeqûbava” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Heya niha lipeykevtina malbatên wan çar welatiyan bo zanîn ji qedera kurên xwe bê par bûne.