Binçavkirina çalakvanê kedkarî yê bi navê “Rêbwar Ebdullahî” hêj qedera wê nerohn e

16:18 - 26 Şibat 2022

“Rêbwar Ebdullahî” çalakvanê kedkarî yê xelkê bajarê Sineyê, hêj li girtîgeha îdareya Îtila`ata wî bajarê de ye û qedera wî nerohn e.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew çalakvanê kedkarî di heyama binçavkirinê de çend caran digel malbata xwe peywendiya telefonî hebûye û piştî binçavkirinê ji “destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe” hatiye bêparkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Malbata Rêbwar Ebdullahî ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî kurê wan hatiye sepandin ti zanyariyek ber destê wan nîne.

Roja Yekşemî, 10`ê Rêbendanê, “Rêbwar Ebdullahî” piştî derkevtin li mala xwe ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku bi dijî wî çalavanê kedkarî hatine sepandin, ti zanyariyek ji ber dest nîne.

“Rêbwar Ebdullahî” endamê berê yê Komîteya Hevahengî bo Pêkanîna Saziyên Kedkarî bûye, herwisa li sala 1393`an ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê “Sine”yê ve bi serokatiya dadwer “Se`îdî” bi tohmeta “endamê Komîteya Hevahenigîkirin û hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” bi salek girtîgeha “te`izîrî” hatibû cezadan.