Binçavkirina 4 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve

17:31 - 14 Çirriya paşîn 2021

Sibêdeha roja Yekşemî 23`ê Xezelwerê, 4 welatiyên Kurd ên bi navên “Areş Minberî”, kurê Husên, “Zaniyar Minberî” kurê Emanûllah, “Seywan Minberî” kurê Hişmet û “Mîlad Mênberî” kurê Mihemed xelkê “Niyer” ê ser bi bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî êrîş kiribûne ser malên wan 4 welatiyan û bi bê belgeyên yasayî ew binçav kirine.

Hêzên ewlehî di dema binçavkirina wan 4 welatiyane de ew kutane û îşkence kirine û malên wan jî vekolîne.

Herwisa hêzên ewlehî dest li ser keresteyên kesîn ên weku Komputer û Mobaylên wan danîne û  digel xwe birine.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan 4 welatiyan de hatiye sepandin ti zanyariyek li ber dest nîne.