BINÇAVKIRINA 2 JINAN DI XWENÎŞANDINA ROJA QUDS DE LI KIRMAŞANÊ

21:21 - 18 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Pevçonên li roja Qud de li Riwanser a Kirmaşanê, 2 girtî lê ketin.

Li gor Kurdpa, li Riwanser piştî pevçonên tewlî Hêzên Xelknemaye Komara Islamî, du Jin hatine binçavkirin ku Yek ji wan “Nêgîn Tebîbî” Keça Xefûr e.

Her wisa Hêzn Ewlehî rijiyane Mala Nêgîn û Kampyotera wê tewlî xwe birine.

Ew Jin Xwediya Lîsansê û Xanenişîna Idareya Amûziş û Perwriş angu bar’anîn û Fêrkarî ye.

Li gor Şahîdan, kesên Xelknema, ji Idareya Ittila’atê bûne.

Heya niha navê Jina din ne eşkere ye.

Nûçegihanê Kurdpa li gor akinciyan dide zanîn, Givaşên bo ser xelkê bûne sedema meşyana pevçonan heya demên dawiya rojê.

Her sal di Roja Îniya dawiya Remezanê de ji bo piştgirî ji xelkê Filestînê, li Îranê Rêpîvan pêk tê.