Binçavkirina 12 hemwelatiyên Kurd li Dîwandereyê

16:17 - 15 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Hêzên ewlekarî (Îtilaat) ên ser bi hikumeta Îslamiya Îranê, 12 hemwelatiyên Kurd li gundekî bajarê Dîwandereya rojhilatê Kurdistanê, binçav kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi du rojan 12 hemwelatiyên kurd li gundê “Tîku”yê ser bi Dîwandereyê, ji aliyê hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îranê ve hatine girtin û wan ew ber bi mekanekî nediyar ve veguhestin e.

Nasnameya yek ji wan kesên hatî binçavkirî “Elî hamidî Kirco” yê xelkê Sineya rojhilatê Kurdistanê hatiye ragihandin.

Çavkaniyên agah peyamnêrê Kurdpa re ragihandine ku Elî Hamidî bi armanca çalakiyên çiyavanî (kûhnewerdî) ber bi gundê “Tîlku” ve çû bû.

Heya dema belavbûna vê nûçeya nasnameya wan 11 kesên din yên binçav kirî nehatiye aşkere kirn. Herwiha li ser sedema binçavkirin û cihê veguheztina wan nûçeyek nehatiye weşand in.