Binçavkirin û nexuyabûna qedera welatiyekî Merîwanî

12:37 - 11 Adar 2022

ji qedera welatiyekî Kurd yê bi navê “Ebdulla Rozrox” xelkê bajarê “Merîwan”ê ku roja Şemî 30 Rêbendanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin, ti zaniyariyek ji ber deste nîne.

Pêka çavkaniyekî agehdar, ew welatiyê temen 52 salî, di heyamê binçavkirina xwe de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatiye bêparkirin û heta niha lipeyketina malbata wî bo agehdarbûn ji qedera wî bê encam maye.

Roja Sêşemî, 30ê Rêbendanê, hêzên ewlehî yên girêdayî bi îdareya Îtilaata bajarê “Merîwan”ê bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî “Ebdulla Rozrox” li dukana kincên Kurdî li şeqama “Kureya Mûsewî” binçavkirine.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên li ser wî welatiyê Kurd de ti zaniyariyek serast ji ber dest de nîne.