Binçavkirin û lêpirsîn ji malbata “Subhetullah Umîdî” ji şahidên dadgeha navnetewî

17:55 - 2 Adar 2022

Di heyama çend rojên derbasbûyî de hêzên ewlehî li bajarê Kirmaşanê êrîşkiribûne ser malbata yek ji şahidên dadgeha navnetewiya xelkî ya meha “Xezelwerê”, “Subhetullah Umîdî” û dest bi vekolîna mala wan û lêpirsîn digel endamên wê malbatê kiribûn.

 “Suhbetullah Umîdî” di hevpeyvînekê digel ajansa “Kurdpa” yê ragihand: “Hêzên ewlehî êrîş kirine ser mala birayên min û dest bi vekolîna mala wan kiribûn û herwisa lêpirsîn li wan kiribûn.

Navbirî got: “Çend kes ji endamên malbata min bo heyama çend rojan hatibûne binçavkirin û lêpirsîn li wan hatibû kirin.

Herwisa “Suhbetullah” da zanîn: “Piştî revîn ji Îranê û şahidîdan li dadgeha navnetewiya xelkî ya meha Xezelwerê, givaş bo ser endamên malbata min zêde bûne.

“Suhbetullah Umîdî” welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Kirmaşanê wekî 175`emîn şahid li dadgeha navnetewiya xelkî di peywendî digel binçavkirina xwe û kombûna nerizayetî yên meha Xezelwera sala 1398`an de li bajarê Kirmaşanê, di wê dadgehê de şahidî dabû.

Ew welatiye rêkevta 28`ê Xezelwera sala 1398`an, li meşa kombûna nerizayetiyên meha Xezelwer di demekê de ku birîndar bibû, li mala yek ji welatiyan li bajarê Kirmaşanê  ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Navbirî rêkevta 6`ê Befranbara sala 1398`an, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsîna xwe bo girtîgeha Dîzilava ya bajarê Kirmaşanê hatibû veguhastin û rêkevta 9`ê Befranbara heman salê, bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî heta dema dadgehîkirinê hatibû azadkirin.

Kombûna dadgehîkirina wî welatiyê Kurd rêkevta 24`ê Rêbendana sala 1398`an, li taya 3`ê ya dadgeha Şoreşî ya bajarê Kirmaşanê bi serokayetiya dadwer “Esedî” hatibû li darxistin û navbirî bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî” bi 5 sal girtîgeha te`izîrî û bi tohmeta “kombûn û tenahî li dijî ewlehiya welat” bi 5 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.

Cezayê dadgehê dijî “Suhbetullah Umîdî” di meha Xermanana îsal de, li dadgeha pêdaçûn a parêzgeha Kirmaşanê bi awayê fermî hatibû piştrastkirin.

“Suhbetullah Umîdî” zivistana sala 1398`an, li jêr givaşa navendên ewlehî û Îtila`atî warê xwe bi cî hişt û niha rûniştiyê yek ji welatên cîranên Îranê ye.