Binçavkirin û îşkencekirina du welatiyên nerazî ji aliyê hêzên ewlehî ve

17:56 - 21 Çirriya pêşîn 2022

Roja Çarşemî 4`ê Rezberê, du welatiyên nerazî yên bi navên “Şoreş Îslam Skanî” û “Daryûş Xêyrî” xelkê gundê Balav yê girêdayî bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin.

Pêak gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî êrîş kirine ser mala wan du welatiyan û navbiriyan binçav kirin.

Wê çavkaniya agehdar got: Ew du welatiyên Kurd di dema binçavkirinê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine îşkencekirinê.

Herwisa wê çavkaniyê da zanîn: “Şoreş Îslam Skanî” li yek ji girtîgehên ewlehî yên Îtila`ata Spahê, bi awayek dijwar di bin îşkencê de ye û li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê, di rewşek dijwar de ye.

Di dawiyê de wê çavkaniyê da zanîn: “Daryûş Xêyrî” li yek ji girtîgehên ewlehî yên Îtila`ata Spahê ji aliyê hêzên ewlehî ve di bin îşkencê de ye û hêzên ewlehî ji dana bersivek serast li derheq qeder û cihê ragirtina navbirî bi malbata wî xwe parastine.

Ji destpêka serhildanê li gundê Balav ê girêdayî bajarê Urmiyê, heta niha 26 welatiyên nerazî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û heta niha 8 kes ji wan hatine azadkirin.

Neraziyên gundê Balavê li girtîgeha ewlehî ya Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê di bin lêpirsînê de ne.

Di meşa serhildana seranserî li gundê Balavê du welatiyên nerazî yên bi navên “Daniş Rehnema” û “Ebdullah Mihemedpûr” bi sedema teqeya hêzên ewlehî canê xwe ji dest dane.