Binçav kirina 3 endamên Mekteba Quran Li Sine û Baneyê

14:58 - 1 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Hêzên ewlekarî li parêzgeha Sine (Kurdistan) bo cara çendimîn e ku 3 endamên“Mekteba Quran”, bi bang kirinê pirsan jê wan dikin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ew 3’ê endamên rêxistina Îslamiya “Mekteba Quran”, beriya niha bi 2 rojan, bi îdareyên Îtilaat ên bajarên Sine û Baneya rojhilatê Kurdistanê, hatin bang kirin.

Mecîd Rehmanî li Baneyê, Fuad Şuktiyar û Wurya Xusrewî li bajarê Sine, ji wan kesne ku hêzên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê, bi caran ew bangî navendên ewlekarî kirine.

\"23947.jpg\"
Mecîd Rehmanî, Fuad Şuktiyar û Wurya Xusrewî 3’ê endamên rêxistina“Mekteba Quran” ku bo Îdareya Îtilaat hatibûn vexwendin
“Mekteba Quran” rêxistineke Îslamî e ku çalakvanên wê rêxistinê, peyrewî ji rêbaza Ehmed Moftîzade dikin. Navborî ji destpêka hikûmeta Xumênî de hat girtin û bi dure bi sedema eşkenceyan(piştî derketin ji hepsê) jiyana xwe ji dest da; Jiber vê yekê her tim hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, kesên ku rêbaza Muftîzade dişopînin, kontirol dikin û dixin binçavan.

Ji destpêka evsal heya niha zêdeyê 20 kes ji wê rêxistinê, bi navendên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve hatine vexwendin û bi dure (piştî çend demjimêran) hatine berdan.

Peyrewên “Mekteba Quran” bi caran ragihandine ku ew tenê armancên bi bîr û bawer dişopînin û tu elaqeyek bi siyasetê re nînin, lê hikûmeta Îslamiya Îranê ji warê bîr û hizir de jî zext û givaşan bo welatiyan tîne holê.