Bilindbûna amara birîndarbûna kolberên Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî

18:52 - 30 Nîsan 2022

Sibêdeha Îro Şemî 10`ê Banemerê, du kolberên nûciwan ên bi navên “Ferhan Mînayî” temen 15 sal û “Ramîn Bawacanî” 16 sal û xelkê bajarê Selasa Bawacanî bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Newsûdê hatine birîndarkirin.

Ew du kolberên Kurd bi bê agehdarkirina berê û li mewdayek nêzîk de, ji aliyê hêzên leşkerî ve teqe ji wan hatiye kirin û bona tedawiya pizîşkî bo navenda dermanî hatine veguhastin.

Bi hesabkirina wan du haletan, sibêdeha Îro aliyê kêm çar kolber li meşa teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Newsûdê hatine kuştin û birîndarkirin.

Her di vê derheqê de, sibêdeha roja Şemî 10`ê Banemerê, kolberekî Kurd ê bi navê “Sefer Subhanî” kurê Heyder, xelkê gundê “Dûrîsan” yê girêdayê bajarê Paweyê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê Newsûdê canê xwe ji dest da û kolberek din ê bi navê “Ferşîd Qadirzade” xelkê gundê “Dişe” yê bajarê Paweyê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê Newsûdê, hate birîndarkirin.