Bilind ragirtina salwegera kîmiya barana Helebçê li şarên Kurdistana Îran + Wêne

20:51 - 15 Adar 2014
Ajansa Kurdpa: li şarên Merîwan, Civanro û gundê Nê ya ser bi şarê Merîwan, ji aliyê xebatkarên çandî de, rêresmik bo 26imîn sala kîmiya barana şarê Helebçê, bi rê ço.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja Înî, 23ê Reşemê( 14 March 2104), li gundê Nêya şarê Merîwan, li rêresmik de rêz ji bi bîr anîna salwegera kîmiya barana Helebçê girtin, her bo vê foarik ji fotoyên Helebçê jî li vê gundî de danîn.

Bi gotina kesên li gundê Nê, hêzên asayişê hewla hindê didan ku pêşgirî ji bi rê çona vê rêresmê bigrin.

Li vê barê de, roja Pêncşem, 22ê Reşemê( 13 march 2014), xwendekarên zanîngeha Peyam ê Nûra Merîwanê jî, bi bîr anina trajêdiya Helebçê bi cê anîbûn.

Li vê rêresmê de, çendîn babet û pirtûk ser komkujiya xelkê Helebçê, pêşkêş kirin û her wisa xwendekarê zanîngeha Peyam ê Nûra Merîwanê jî belavokik ser vê hindê weşandin.

Li pişkik ji belavokê de hatibû: komkujn kirina Helebçê li dîroka Kurdistan de tirajêdiyik pir soje û ji bîr û hizra mirov de dimîne û netewa Kurd .
dîroka mirovantiyê jî ji kirar û tawanbarên vê tirajêdiyê dil xweş nabin.

Ji aliyik din de he li vê rojê de li şarê Civanro jî r4êresmik bo 26mîn salroja trajêdiya kîmiya barana Helebçê, bi pişkdariya kesayetiyên çandî û edebî, li çendîn şarên Kurdistanê de bi rê çoye.

Helbestwan û nivîskarên pişkdar li vê rêresmê de bi pêşkêş kirina berhemên xwe, komkujiya kîmiya barana şarên Kurdistanê xistine ber bas û rêz ji bîr û bi bîr anîna qurbaniyê vê tirajêdiyê girtin.
\"18806.jpg\"

\"18807.jpg\"

\"18808.jpg\"

\"18809.jpg\"

\"18810.jpg\"

\"18811.jpg\"

\"18812.jpg\"

\"18817.jpg\"

\"18814.jpg\"

\"18815.jpg\"

\"18813.jpg\"

\"18816.jpg\"

\"18823.jpg\"