Bilavbûna nexweşiyê, canê girtiyekê li girtîgeha “Bender Ebas”ê girt

17:13 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Bilavbûna nexweşiyê “Hêpatîtî”ê li benda 10’ya girtîgeha “Bender Ebas”ê de canê girtiyek siyasî yê Kurd girt.

Seyd Ehemd Bacilanî girtiyê benda 10’ya girtîgeha “Bender Ebas”ku heyamek beriya niha tûşî nexweşiya “Hêpatît”û “Sêl” bibû,roja duşemeiyê berwar 15’ê Tîrmeha 2013’an canê xwe li dest da.

Ew girtiyê temen 44 salî, roja Pêncşemiyê berwar 10’ê Tîrmehê tûşî bêhişiyê bibû, lê seva kêmtirxemî û pêranegihîştinê piştî 6 rojan canê xwe li dest da.

Ji aliyek din Kêywan Kamcu girtiyê vê girtîgehê seva nesaxiya “Hêpatît” bo benda 1’ê ya girtîgeha “Bender Ebas”hatiye veguhastin.

Berpirsyarên girtîgehê ragehandine ku tenê demekê dê wî derman û tîmar bikin ku her mehekê yek milyon û 700 hezar tûman pere bi zîndanê bide.

pitir ji 500 girtiyên benda 10’ê ya girtîgeha Bender Ebas hatine ragirtin ku pirnaiya wan tûşî “Hêpatîtê”bûne.