Bîlançoya Qurbaniyên kîmyawî ên Serdeştê bi fesada îdarî re rû bi rû bûye

13:48 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Bi derbasbûna 28 salan bi ser kîmyabarana Serdeşta rojhilatê Kurdistanê re, navê kesên ku peywendî bi wê karesatê re nebûye, di cihê navê qurbanî û kêmendaman de hatiye qeydkirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ji destpêka kîmyabarana Serdeştê heya niha, navê hezar û 400 kesan wek kêmendamên kîmyawî yên Serdeştê hatiye sebtkirin , eva di demekê de ye ku hejmara durust ya qurbaniyên karesata wî bajarê gor amarên fermî ên ser bi huikûmeta Îranê, zêdeyî 8 hezar kesan hatiye îlan kirin.

Çavkaniyek agah vê derbareyê de ji ajansa Kurdpa re gotiye: Hin navên ku li bîlanço û xişteyên kîmyabarana Serdeştê hatinî qeydkirin, tu peywendiya wan bi wê karesatê re nebûye.

Wê çavkaniyê amaje bi vê yekê jî kir ku wan kesane di peywendiyên xizmayetî li gel berpirsên hikûmetê û dan û standnên bertîl û rişweyê, navê kesên nêz xwe wek qurbaniyên kîmyawî dane sebtkirin.

Girêdayî heman mijarê, bi gotin kesên ku di birêveberiyên têkildarî vê tewer (mewzûi) ê de kar dikin, ajansa Kurdpa re ragihandin: Di xişteya qurbaniyên kîmyabarana Serdeştê de, heya kesên saxlem jî tên dîtin. Her wiha piraniya kesên ku li wê bîlançoyê hatinî sebt kirin, xelkê bajarê Serdeştê bi xwe jî nînin.

Li aliyê din hin kêmendamên kîmyawî ser vê bawriyê ne ku endamên Sipaha Pasdaran jî (şûna qurbaniyên kîmyabarana Serdeştê ), li navendên hikûmetî yên alîkariya kîmendaman dikin, navnivîsî kirine. Ew kesane ji hemû alîkariyên wan navendan mifah wertdigrin.
Kîmendamekî din yê kîmyabara Serdeştê jî vê derbareyê de bi rêya telefonê ajansa Kurdpa re got: Hin kesên ku wek kîmendamên kîmyawî ên Serdeştê hatine qeydkirin, di dema qewimîna karesatê de, zêdeyî 30 kîlometreyan dûr ji wî mekanî bûne.

Serdeşt beriya niha bi 28 salan, ji hêla Sedam Husên ve bi sedema şerê navbera Îran û Îraqê, hat kîmyawîkirin. Di wê karesatê de 140 kesan (di kêmtir ji mehekê de) jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî kêm endam bûn.