Bihadîn Mistefanijad piştî binçavkirinê qedera wî nexuya ye

16:37 - 30 Çirriya pêşîn 2021

Ji qedera welatiyekî Kurd ê bi navê “Bihadîn Mistefanijad”, temen 30 salî, kurê Mihemed û xelkê gundê “Berkemran” ê ser bi bajarê Pîranşehrê ku li rêkevta 16`ê Gelawêja îsal, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin, ti zanyariyek di ber dest de nîne.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiye piştî binçavkirinê bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hate veguhastin û di wê heyamê de, bi tenê çendcaran peywendiya telefonî digel malbata xwe hebûye.

Herwisa wê çavkaniyê gotîye ku navbirî di heyama binçavkirinê de, li “çavpêkevtin digel malbata xwe û destpêragihîştin bi parêzer” hatibû bêparkirin.

Roja Şemî 16`ê Gelawêja Îsal, “Bihadîn Mistefanijad”, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Bihadîn Mistefanijad” de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest nine.