“Bihadîn Mistefanijad” bi awayekî mercdar ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate serbestkirin

18:10 - 7 Gulan 2022

Roja Pêncşemî 15`ê Banemerê, girtiyekî siyasî yê bi navê “Bihadîn Mistefanijad” temen 30 salî kurê Mihemed û xelkê gundê “Berkemran” a girêdayê bajarê Pîranşehrê bi awayekî mercdar ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate berdan.

Ew welatiye roja 27`ê Xezelwera sala 1400`an, ji aliyê taya 1 a dadgeha nîzamiya 1 a bajarê Urmiyê, bi sûçê “hevkarî kirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” bi 2 sal girtîgeha te`izîrî bi hejmarkirina heyama binçavkirina wî ya berê hatibû cezadan û ew cezaye li dadgeha pêdaçûnê hatibû piştrastkirin.

 “Bihadîn Mistefanijad” roja Şemî 16`ê Gelawêja sala 1400`an a rojî, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiye piştî bi dawîhatina heyamê lêpirsînê bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û di wî heyamî de, ji mafê “destpêregihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe” hatibû bêparkirin û bi tenê carekê peywendiya telefonî ya 5 xulekî digel malbata xwe hebûye.