Bigumanbûna mirina derhênerê Kurd di bajarê Bane de

20:26 - 8 Kanûna pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Derhênerekî Kurd digel birayê xwe di bûyereke biguman de, canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê 16`ê Sermawerzê (7`ê Kanûna Pêşîn) termê şevitî yê Rehîm Zebîhî derhênerê Kurd yê xelkê bajarê Bane, digel termê birayê wî bi navê Kêywan, di tirombîla şexsî a wan de hate dîtin.

li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê barê de, termê wan du hevwelatiyên Kurd bi awayekî hatine dîtin ku, her du destê wan kelemçekirî bûne.

Medyayên hikûmetî yên di herêmên Kurdistanî de, di vî warî de wiha gotine ku, ev derhênerê Kurd yê xelkê bajarê Bane digel birayî xwe bi sedema agirgirtina tirombîlê canê xwe ji dest dane.

Agirî Îsma`îlnijad, çalakvanê siyasî yê Kurd derherq can jidestdana wî derhênerê Kurd yê xelkê bajarê Bane de li ser rûpela “Face book” a xwe wiha nivîsiye: Rehîm Zebîhî derhêner bû, û ew yek ji çalakvanên medenî û çandî û naskirî yê Kurdistanê bû ku, derhêneriya zêdeyî 10 fîlmên kurt û bilind kiriye, Zebîhî di kempêyîna bi navê alîkarî gihandina ji erdhejlêdayên Êzgile re, di nav bajarê Bane de karî bi qasî dehan miliyon Tûmen alîkariyan kom bike, û Îro jî termê wî digel termê birayê wî Kêywan Zebîhî di nav tiromibîlekê bi awayê ku destê her duyan jî kelebçekirî bûne hatine dîtin, û mirina Rehîm mirina şehîd Şerîf Bacwer bi bîr tîne ku, sêyemîn çalakvanê medenî yê Kurdistanê ye di heyama sê mehên borî de termê şevitî yên wan tên dîtin. Gelo terora zencîryî di Kurdistanê de dest pê kiriye?

Herwisa Şahid Elewî, rojnamevanê Kurd yê ku niha li “Washington”ê dimîne, derbarê vê bûyerê de wiha nivîsiye ku, Hejmarek ji çavkaniyên derve di warê mirina Rehîm Zebîhî derhênerê Banê û birayê wî Kêywan, li gor gotina wê çavkaniyê, termê şevitî yên herdu Zebîhiyan di tirombîla wan de bi awayekî hatine dîtin ku destê wan girêdayî bûne, eva wateya qetilkirinê digihîjîne, rojnamevanên navxweyî dikarin wê mijarê bişopînin?”

Rehîm Zebîhî di sala 1350`î de, li bajarê Bane ji dayîk bûye, û ev yek ji derhênerên naskirî yê Kurd e, û herwisa navbirî bo heyama 16 salan wekî, derhêner û nimayêşnivîs çalakî encam dane, û di sala 1381`an yekem fîlma Kurt ya wî ya bi navê “Hawar” çê kiriye.

Navbirî piştî fîlma “Hawar” fîlmên kurt yên wekî “Setelayt”, “Gorîz”, “Payanê Ceng”, “Strês” û “Merdî kê bi gerdêş reft” derhênerî kiriye, û her hemû di festîvalên cuda yên neteweyî û navneteweyî de pişkidar bûne.