Bi sedema vîrûsa Koronayê mirexesî bi hepsiyên siyasî yên bajarê Kirmaşanê re nayê dan

10:51 - 3 Adar 2020

Bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê, li ser biryara bexşnameya dezgeha dadwerî, tevî dana mirexesî bi hepsiyên di girtîgeha bajarê Kirmaşanê de, hepsiyên siyasî mafê mirexesiyê ji wan re nehatiye danê.

Dozgerê parêzgeha Kirmaşanê di vê derheqê de ragihandiye: “Zêdetir ji 1200 hepsî mirexesî ji wan re hatiye dan, di nav wê hejmarê de 250 hepsî ku li ordûgeha “Çêşmê Sifîd” hepsî bûn bi danîna barimteyê mafê mirexesî ji wan re hatiye danê.

Herwisa “Mihemed Husên Sadiqî” di vê derheqê de ragihandiye: “Hin tawanbar bi cezayê giran û girîng hatine hepskirin yan jî hewla fitneyê didin û herwisa ku ziyanê digihînine emniyetê, pêka wê bexşnameyê îzina mirexesiyê ji wan re nehatiye dan”.

Çend roj beriya niha , Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, li nûçeyeke de bi wî rengî di girtîgeha bajarê Urmiyê de belav kiribû ku: “Kesên ku dizê çekdar in û diziya malî kirine ku zêdetir bi 5 sal heps hatine cezadan û herwisa tawanbarên bi dizîkirina malî zêdetir ji carekê ku 5 sal heps hebin, sîxurî, hewldana dijî tenahiya neteweya Îranê ku hepsa wan zêdetir ji 5 sal be, revandin, raşandina esîdê, qaçaxî û kirîn û firotina çekan ku zêtetir ji du qebze be, tawanbarên ku bi awayekî gendelî malên xelkê xwarine û bi awayekî giştî şikayet li ser wan e û tawanbarên îdam û…hwd, ji mirexesî wergirtinê hatine bêparkiirn û nikarin herine mirexesiyê.