Bi sedema teqîna mînê welatiyekî Kurd hat kuştin

10:50 - 14 Şibat 2021

Roja Înê 24ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Nadir Birariyan” temen 45 salî û xelkê gundê “Kelkel” ê ser bi Asimaveya Çirdawil, bi sedema teqîna yek ji mînên bi cih mayî yên şerê Îran û Îraqê, li bajarê Mêhranê canê xwe ji dest da.

Ew welatiye li navçeya “Mîmk (binkeya Helaleya bakûr)” ya ser bi bajarê Mêhranê rastî wê bûyerê hat.

Herwisa, roja Yekşemî 12ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Saman Rezayî” li nêzîk gundê “Miledizge” ya ser bi bajarê Serpêlzelawê, bi sedema teqîna mînê bi giranî birîndar bû û lingek xwe ji dest da.

Ew welatiyê Kurd li dema çêrandina Pezê xwe bi sedema teqîna mînên bi cih mayî yên serdemê şerê Îran û Îraqê, rastî wê bûyerê hatibû.