Bi sedema teqîna mînê welatiyek Serdeştî canê xwe ji dest da

12:35 - 17 Çirriya paşîn 2020

Roja Sêşemî 27ê Xezelwerê welatiyekî Kurd yê bi navê “Ehmed Memendî” kurê “Hacî Ezîz” xelkê gundê “Deştê” yê ser bi bajarê Serdeştê ku bi sedema teqîna mînê bi dijwarî birîndar bibû li nexwexaneya bajarê Urmiyê canê xwe ji dest da.

Pêka çavkaniyeke agehdar ew welatiyê Kurd bi sedema teqîna mînê her du piyên xwe ji dest dabûn û bi sedema xwînrêjiyeke zêde canê xwe ji dest da. 

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn: “Ew welatî li dema çêrîna terşên xwe nêzî binkeyeke leşkerî ya çûl li gundê “Parastan” yê girêdayê beşa Wezînê ya ser bi bajarê Serdeştê rastî teqîna mînê hatibû. 

Roja Duşemî 26ê Xezelwerê “Ehmed Memendî” bi sedema teqîna mînê bi dijwarî birîndar bibû û bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Serdeştê hatibû veguhastin, lê piştre bi sebema dijwarbûna birînên wî bo navendên dermanî li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

We ewlatî xêzandar e û du zarok ji hene.