Bi sedema teqîna mînê welatiyek kêmendam bû

16:11 - 1 Şibat 2021

Roja Yekşemî 12ê Rêbendanê welatiyekî Kurd yê bi navê “Saman Rezayî” li nêzî gundê “Miledizge” yê ser bi bajarê Îlamê bi sedema teqîna mînê bi dijwarî hate birîndarkirin û lingê xwe ji dest da.

Ew welatiyê Kurd di dema çêrandina ajelên xwe de bi sedema teqîna mînên bi cih mayî yên şerê Îran û Îraqê rastî wê bûyerê hat.

Ew welatiyê Kurd bo çareseriya pizîşkî bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Kirmaşanê hate veguhastin.