Bi sedema teqîna mînê li bajarê Serdeştê du ser çêl mirar bûn

18:30 - 9 Kanûna pêşîn 2021

Mînên xirnekirî yên bajarê Serdeştê û gundên wî bajarî, bûne sedema mirarbûna du ser çêl.

Roja Çarşemî 17`ê Sermawezê, bi sedema teqîna yek ji mînên bicîmayî yên şerê Îran û Îraqê, li gundê “Giruwês” ê ser bi devera Alane ya bajarê Serdeştê, du ser çêlên welatiyekî Kurd mirar bûn.

Ew mîne li nav zeviya welatiyekê li 500 mîtriya gundê “Giruwês”ê teqiya ye.

Li heyama yek sala derbasbûyî heta niha, eva çaremîn car e ku di wî gundê de mîn teqiya ye.

Li gor amarên nefermî, berfirehiya navçeyên Serdeştê ku bi mînan hatibûne mînrêjkirin, nêzî 1935 hiktar e û bajarê Serdeştê yek ji bajarên Sînorî ye ku li serdemê şerê 8 sale yê navbera Îran û Îraqê hatibû mînrêjkirin.