Bi sedema teqîna mînê 2 serbaz birîndar bûn

16:56 - 3 Nîsan 2019
Ajansa Kurpa: Du serbazên Artêşa Hikûmeta Îranê, bi sedema teqîna mînê birîndarbûn.

Li gorî rapora ku gihîştiya Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 12`ê Xakelêweya 1398`an(1`ê Nîsana 2019`an), 2 serbazên “Tîpa 228 a Artêşa” bajarê Seqizê, yên bi navên “Elîriza Kemalî û Ebas Efradî” bi sedema teqîna mînê birîndarbûn.

Ew 2 serbaz yên xelkê bajarên wekî, Meşhed û Urmiyê ne, û bo tedaviyên pîzişkî bo navendên tendirûstiyê yên bajarê Sine û Tevrêzê vehuhastine.

Her di vê derheqê de jî, roja Duşemî 12`ê Xakelêweyê(1`ê Nîsan)`ê, hevwelatiyekî Kurd yê bi navê “Kerîm Rastî” û temen 53`ê salî û kurê Rehman xelkê gundê “Serdoş” a girêdayî bajarê Merîwanê, bi sedema teqîna mînê pêyeke xwe ji dest daye.

Ew hevwelatiyê Kurd bo tedaviyên pîzişkî bo nexweşxaneya “Şar” li bajarê Silêmaniyê a girêdayî Herêma Kurdistana Îraqê hatiye veguhastin.

Li gorî belgeyên “Web lag” a “Mîn û Jiyan” li barê amarên xezinkirî yên belavbûyî, 62 hevwelatî bi sedema teqîna mînan di sala 1397`an li Kurdistan û Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gorî wan amaran, 6 kes ji wan qurbaniyan, jêr temenê 18 saliy bûne, û hemû qurbaniyên din yên li bajarên wekî, Urmiye, Sine, Kêrmaşan, Îlam, Xozistan û SîstanûBeloçistan jî, rastî bûyerên teqîna mînan hatine.

Di nav qurbaniyên teqînên mînan de, di sala 1397`an 8 kes ji wan jin bûne û 54 kesên din jî, mêr bûne.